Halil Dalkılıç: Lozan; Azadiya Kurdan çima tirsa Tirkan e? 

Di 98emîn salvegera Peymana Lozanê de Kurd çalakiyên şermezarkirinê lidar dixin. Li hêla din; nûnerên dewleta Tirk vê rojê bi watedarkirineke wekî “852emîn sala hatin, mayîn û desthilatdarbûna Tirkan a li Anatolyayê” pîroz dikin. 

Erê, hevkarê desthilatdariya Serokê Tirkiyê R.T.Erdogan, serokê partiya nijadperest MHPê Devlet Bahçelî, Peymana Lozanê wekî mohra bi îradeya wan mîsogerkirina “hatin, hebûn û desthilatdariya Tirkan a Anatolyayê ya 852 salî” dide watedarkirin û dibêje, ku Peymana Lozanê “hebûn û desthilatdariya Tirkan a li Anatolyayê bi hezaran salan” mîsoger kiriye.    

Serokê Tirkiyê Erdogan jî bahsa “meşa bi îstikrar a Tirkiyê a 98 salî û bêencamhiştina êrîşên li dijî aramî, aştî û dilşahiya milletê xwe” dike. 

Di daxuyaniyên rayedarên Tirk de pir aşkere xuya dibe; ku hişmendiya serdestên Tirk heman wekî a 98 sal berê ye. Hebûn û pêşeroja xwe di tunekirina xelkên ‘ne Tirk û ne misilman’ de dibînin. Nexweşiyeke bêderman e!..

Piştî 1emîn Şerê Cîhanê û di salên hilweşîna Dewleta Osmanî (1918-1923) de mijara mafên Kurdan di dîplomasiya navnetewî de tim bûye rojev û hatiye nîqaşkirin. Di Peymana Sewrê (Sêvres, 10ê Tebaxa 1920an) a di navbera Dewleta Osmanî û devletên serkeftî ên Şerê Cîhanê (Brîtanya, Fransa û Îtalya) de hatibû îmzekirin de him nasnameya etnîkî a Kurdî û him jî, bi giştî nebe jî, Kurdistan ji hêla raya giştî ya navnetewî ve hatibû pejirandin. Di vê peymanê de bahsa çarenûsa Kurdên Rojhilat û Rojava nedihate kirin. 

Xala 64an a Peymana Sewrê dibêje; “eger di herêma ku sînorên wê hatiye destnîşankirin de piraniya Kurdan di nava salekê de ji bo serxwebûnê serî li Cemiyeta Milletan bidin û Cemiyeta Milletan jî îkna bibe ku xelkê herêmê ê jiyana xwe bi awayekî serbixwe dewam bike; wê çaxê Tirkiye ê neçar dev ji desthilatdariya xwe ya li herêmê berde. Eger Kurdên Musilê jî bixwazin tevlî dewleta Kurdan bibin, endamên tîfaqê ê vê daxwaziyê jî bipejîrînin û li dijî wê dernakevin…”

Lê piştî îmzekirina vê peymanê dewletên serdest xwedî li îmzeyên xwe dernakevin û pêvajoya siyasî û dîplomatîk (wekî a îro) bi demogojiyê derbas dikin. Di vê navberê de desthilatdariya Tirk a neteweperest (Kemalîst) bandorê li dîplomasiya navdewletî dike û di demeke kurt de li qadê navdewletî bahsa (li dijî berjewendiya Kurdan) “guhertina xalên Peymana Sewrê” tê kirin. Di sala 1922yan de jî êdî israrek û piştgiriyeke ji mafên Kurdan re li holê namîne. 

Wê çaxê ev helwesta durû a dewletên rojavayî moralekî mezin dide Kemalîstan û di hevdîtînên Peymana Lozanê de mafên Kurdan nabe rojeveke sereke. Di rojên hevdîtinên Lozanê de hêla Tirk ji bo bêalîkirina Kurdan tim propagandaya “yekîtî û wekheviyê” dike. Vê propagandayê wer gur dikin, ku qey “Kurd bi Tirkan re xwediyê heman mafan in” û “Kurd bi xwe naxwazin ji Tirkan qut bibin û qedera herdu xelkan yek e!…” 

Mustafa Kemal û rayedarên Tirk wan rojan tim bahsa qaşo “wekheviya Tirk û Kurdan” dikin. Û Kemalîst di hevdîtinên Lozanê de bi ser dikevin û di encamên peymanê de ne bahsa Kurdan û ne jî bahsa Kurdistanê tê kirin…

Wekî ku îro Erdogan û Bahçelî jî vedibêjin, di Peymana Lozanê de “hebûn û nasnameya Tirkî û berdewamiya dewleta Tirk” li ser “tunekirina nasname û hebûna Kurdan” hatiye pesend kirin. An jî rêveberên Tirkiyê wê wer fêm dikin û ji 98 salan vir ve xelkê Tirk bi vî ferasetî bijahrî dikin. 

Îro jî siyaset û dîplomasî bi heman hişmendiya dijînsanî a 98 sal berê bê kirin jî Kurd ne wekî Kurdên wê çaxê ne. Ji azadbûna Kurdan tu xirabî li tu kesî re nayê. Ew ‘îstîkrar’a (siyaseta înkar, îmha û asîmîlasyonê) ku Erdogan bahsê dike, êdî nameşe. Pêwîstî bi peymaneke nû a ku azadiya Kurdan mîsoger bike re heye. Wê çaxê Tirk ê bibînin ku tirsa wan a 852 salî jî dereweke pir mezin e…

İlginizi çekebilir