Halil Dalkılıç: Naîftiya Kurdan: ‘Erdogan zeîf e!’

Serokê Tirkiyê R.T.Erdogan piştî demeke dirêj heftiya çûyî çû Amedê. Ji dîmenên ji hêla ajansên nûçeyan ve hatin weşandin, tê dîtin ku ew bi slogana “bijî serok Erdogan” hatiye pêşwazîkirin. Helbet taybetmendiya kesên ku solana civînê dagirtine û di destê her yekî de alayeke Tirkan, bi ‘coş’ Erdoganî pêşwazî dikin, tê zanîn. Ji ber ku Kurdan di bin zilma heyî de hê hişê xwe nexwarine; ew ‘coş û peroş’ ne helwesta rastîn a Amediyan e û ew wekî argumentekî girîng nayê nirxandin…

-Reklam-

Parlamenterê HDPê Hişyar Ozsoy, li ser serdana Erdogan a Amedê dibêje, “min di serdana Amedê de Erdoganekî ku can dikişîne û pêrîşan dît!” Parlamenterê Kurd Ozsoy nirxandina xwe wiha dewam dike; “Erdogan sendroma tunebûne dijî, pir westî, agresîf û  êrîşkar e û mîna bazirganekî tim defterên kevin vedike, lê wan jî şaş dixwîne. Mijara Kurdî manîpûle dike. Hat û şova xwe kir û lê me hatin û gotinên wî eqwas cidî negirt…” 

Parlamenter Hişyar Ozsoy helbet hinek rastiyan bilêv dike, lê analîzên wisa ‘hestyar’ û hinek jî ‘naîf’ bi giştî rastiya Erdoganî îfade nake…

HDP, partiyên din ên Kurdî û Kurd bi xwe rastiya Erdoganî “cidî” hildigirin dest an na; ev meseleyeke hejayî nirxandinê ye. Lê wer xuya ye ku dewletên mezin ên cîhanî, bi taybetî jî endamên Yekîtiya Ewropayê bi awayekî pir cidî rastiya Erdoganî hildigirin dest û helwestekî cidî li hemberî wî nîşan didin.

Mînakeke hêsan; Yûnanîstan a ku Erdogan û rêveberiya Tirkiyê tim bi zimanekî dijminane êrîşî wan dike jî Erdoganî qasî Kurdan bi awayekî ‘naîf’ nanirxînin. Wezîrê Karên Derve yê Yûnanîstanê Nîkos Dendîas li ser desthilatdariya Erdoganî wiha dibêje; “Bo çareserkirina pirsgirêkên di nava Atîna û Ankarayê de divê Serokwezîr Mîçotakîs bi Erdogan re rû bi rû qise bike. Erdogan lîderekî gelek girîng e. Li Tirkiyê rastiyeke wer heye, ku xeynî Erdoganî kesekî din ê ku meriv pê re muzakereyê bike, tune ye. Erdoganî, qasî Mustafa Kemal Atatûrk Tirkiye bi rêve bir û wî fîzyonomiya Tirkiyê guherand..

Êdî di muzakereyên bi Erdogan re de çi bidest dixin, ne girîng e, lê li van rojan piştî Almanya û Fransayê nûnerên din ên Yekîtiya Ewropayê jî ji bo dilşakirina Erdoganî ketine rêzê. Herkes bo nermkirina têkiliyan li dû hev daxuyaniyan dide. 

Rejîma Erdoganî li hundir çi zilmê li xelkê dike, ne xema dewletên din e. Ji xwe dewletên rojavayî di dîplomasiyê de çiqas bahsa demokrasî û mafên mirovan bikin jî ev gotinana ji dereweke mezin wêdetir xwedî tu wateyekî nîn in. Ji ber ku hemû tîfaq û hevkarên dewletên pêşketî ên rojavayî (Amerîka, Brîtanya û Yekîtiya Ewropayê) rejîmên totalîter, dijdemokrasî û zordest in…

Çend roj berê Hikûmeta Hollandayê jî gaveke heman rengî avêt. Hikûmetê raporê ku derbarê alîkariya Erdoganî a ji rêxistinên cîhadîst re amadekirî bû, guhert û tewanên li dijî Erdoganî ji raporê derxist. Ji raporê bi navê “Dîmena radîkalîzebûna îslamî ya Tirkên li Hollandayê” de tespîta wekî “Erdogan bi rêxistinên selefî û cîhadîst re li Hollandayê stratejiyekî îslamîkirinê birêve dibe” hate derxistin. 

Hewce nîne, ku meriv tim bahsa alîkarî û piştgiriya Almanyayê ya ji rejîma Erdoganî re bike. Rejîma Tirkî û rêveberiya Erdoganî, ji guherîna serokê Amerîkayê û hatina Joe Biden vir ve, him li hundir û him jî le derve nikane wekî berê dengê xwe zêde bilind bike. 

Li derve; êrîşkariya Tirkiyê ya li Lîbya, li Derya Spî û li Sûriyê heta radeyekê hate sekinandin. Li hundir jî ev du meh in bi îtîrafên Sedat Pekerî rastiya wê ya mafyatîk deşîfre bûye. Ev pêşketinana bi giştî belkî dîmeke rejîmeke lewaz radixin pêş çavan. Lê têkîliyên navdewletî wer nabêjin…

Rejîma Erdoganî belkî ji dînamîkên hundirîn zêdetir, bi dînamîkên derveyî, bi alîkarî û piştgiriya derve dikane li ser pê bisekine. Kurd jî gereke bi helwesteke ‘naîf’ xwe bi dîmena ‘cankêşiyê’ a Erdogan a li Amedê nexapînin. Qasî dînamîzma li welêt a civakî û kulturî, dînamîzmeke li qadê navnetewî jî divê…

İlginizi çekebilir