LGBTî+yên kurd diaxivin

LGBTÎ+yên kurd Zanav, Rozerîn û Yildiz balê kişandin ser pêvajoya xwenasîna nasnameya xwe ya zayendî û meyldariya xwe ya cinsî, û diyar kirin ku ev şaxên nasîna zayendiyê di zaroktiya wan de dest pê kiriye. Her wiha, anîn ziman ku ji ber vê yekê di zaroktiya xwe de ji hêla kesên derdorê xwe ve rastê tundiya derûnî hatine û ev tundî jî bandorê li xwenasîna wan kiriye.

-Reklam-

Vedat Yeler

Em bi Zana Xweşnav, Rozerîn Ekîn û Yildiz Îdîl Şen re li ser pêvajoya xwenasîna wan ya zayendî, aktîvîzmê, êrîşên hikûmata AKP-MHPê yên ku li ser LGBTÎ+yan tên li dar xistin, qedexekirina ala Keskesor û Meşa Rûmetê axivîn. 

  • Çîroka nasnameya te ya zayendî çawa dest pê kir û tu çawa bi ser ketî? Li ser vê yekê tu bandora aktîvîzmê çawa dinirxînî û dibînî?

Zanav Xweşnav: Ez xwe wek bîseksuel dinasînim. Bi rastî ji zaroktiya xwe heta niha ve ez dizanim ku ez bîseksuel im, û ev jî li ser xwenasîna min teqabûlê 5 saliya min wan dike. Lê min bi temamî qebûl nedikir. Bi hinek kasan tiştek wek ecêb tê xuyayê, lê ez şaxê bêseksulê heta 5 saliya xwe dibînim. Di wê wextê de berê ku ez xwenas bikim, civakê min nas dikir. Ez dikarim bibêjim, zarokek bîseksuel li gundekê kurdistanê dihat xuyakirin. Ji hêla kesên homofobîk ên kurd pir serdestî jî hebû. Ez bi homofobîktiyê re rû bi rû dimam, û jixwe berê xwenasîna min, wan min nas dikir û wan van tiştan anîn ber çavên min. Wisa min dizanibû ku ez kî me, û her ku ez mezin dibûm min jî jixwe dipirsî ku ‘ez kî me’? Piştê ku min dest bi zaningehê kir têkiliyek min bi jinekê re çêbû, û cara yekem min ji wê re got ku ez bîseksuel im… Li ser vê yekê min xwe bêhtir qebûl kir û nas kir û her ku min xwe nas kir jî ez baştir bûm, dêrûniya min jî baştir bû…

Di hêla aktîvîzmê de ez dixwazim pirtir tiştan bikim. Lê mixabim, ji ber sedemên malbatî hinek destên min girêdayî ye. Di malbata min de xwîşkek min û birayê min yê mezin tenê dizanin ku ez bîseksuel im. Ger ku min bizaniba wê ji hêla malbatê ve pirsgirêk dernekeve, ez ê tev rûyê xwe û hebûna xwe bêhtir derketima pêş. Min dixwast, aktîvîzmek bi kurdî ser mafê LGBTÎ+yan li dar bixim û pêştir bixim. Her wiha, min ê bikariba ji bo xwe jî, ji bo LGBTÎ+yên kurd jî bêhtir cih berfireh bikira. Niha pirsgirêka min ya yekem ew e ku ez mecbûrim xwe, navê xwe yê ku malabata min daye min û rûyê xwe veşêrim. Lê ez di nav çalakiyan û komelan da me, û aktîvîzma ser tora civakî dikim. Li wir hebûna xwe nîşan dikim. Lê heke ku min bikariba xwe pirtir derxista pêş û rûyê xwe nîşan bida, ez ê di her aliyê de baştir bibama. Car caran vê jî xeyal dikim û dibe ku rojek ev jî bibe. 

Rozerîn Ekîn: Weke Zanav min jî di zaroktiya xwe de dazanibû ku tiştek di min de heye, lê min nizanibû çi ye û navê vê tiştê çi ye. Min tenê digot, tiştek cuda di min de heye. Ev di nav lîstikên me û tikiliyên me zarokan de jî dihat xuyayê… 

Di dawiya dibistana amadeyî de min li ser vê dest bi lêkolînê kir û ez hînbûm ku tiştek weke LGBTÎ+yan heye. Lê ez li ser vê mijarê nezanbûm. Niha, dema ku ez difikirim, dikarim bibêjim ku ez di wê demê hinek homofobîk bûm û min digot ev lîstika kapîtalîzmê ye. Haya min ji cudatiya min hebû, lê min xwe li wê nasnameyê nedigirt. Belkî jî min xwe ji wê diparast û xwe jê dûr dixist… Paşê dema ku ez hinek bêhtir polîtîk bûm û ketim nav hevalan, ez hînbûm ku navek min heye û ez bîseksuel im. Li ser vê yekê min bêhtir dest bi xwendinê û lêkolînê kir û têkiliya min bi hevalên LGBTÎ+yan re çêbû.

Di hêla aktîvîzmê de weke her kesî bi malbatê re pirsgirêka min jî heye. Yanî malbat li ser vê yekê ti tiştek nizane û dema ku bi vê yekê re rûbirû bimînin jî nizanin wê çi bikin. Mînak, dema ku ez biçim çalakiyan û bixwazim dîmena xwe li ser tora civakî parve bikim, divê ez ew kesên ji malbatê ku min dişopînin ji şopandinê derxim an jî astêng bikim. Ji ber ku ez naxwazim bi wan re biaxivim. Mirov dixwaze di cihek de bi awayek aşekere tiştek erênî bijî… Ji malbata min haya ti kesî ji nasnameya min ya zayendî tune. Ez nizanim ew ên çi bersiv an jî bertek nîşan bidin… Mirov difikire ku ji nav malbatê dê û bavê mirov kesên herî nêzîkê mirov in. Lê li ser vê yekê dê û bavê me, yanî kesên ku herî xêzîk tên xuyayê, di heman demê de kesên herî dûr in jî. Bi qasî nêzîkbûna xwe dûrê me ne jî. Hestên mirov carna nêzîk û carna jî dûr in. Ji aliyê heskirinê de em kêmasiyek mazin dijîn. Ez difikirm ku em şûna kêmasiya heskirinê bi têkoşînê û hevalên xwe ve tije dikin. Her wiha, em nikarin bi awayek aşkere li ser aktîvîzmê tiştek li dar bixin û bikin.

Yildiz Îdîl Şen: Li ser vê yekê pêvajo û pisgirêkên me LGBTÎ+yan tev mîna hev in. Min jî di zaroktiya xwe de nasnameya xwe ya zayendî ferq kir, lê min jî niznibû ku navê vê çi ye û ev çi ye. Dema ku min dest bi dipistanê kir, ji ber tundiya derûnî min vê bêhtir ferq kir. Hevalên min bi tirkî navên weke ‘nonoş, top’ li min dikirin û ez jî difikirîm ku hevalên min çima navên wiha li min dikin…  Li ser bûyerên wiha min dest bi lêkolînê kir. Paşê ez hîmbûm ku LGBTÎ+ hene û tevger û komelên LGBTÎ+yan hene, û hêdî hêdî min nasnameya xwe û xwe nas kir… Lê di nav malbatê de li ser min pir tundiya fîzîkî jî hebû. Ji ber vê yekê min nakaribû nasnameya xwe ya zayendî ji malbata xwe re aşkere bikira an jî bigota. Di vê pêvajoya min a zaroktiyê de ez hêdî hêdî dibûm keseke polîtîk jî. 

Rojek, polîs telefonê bavê min dikin û dibêjin, ‘Kurê’ te terorîst e.’ Bavê min dibêje, ‘Ew çi ye? Rêxistinek nû ye?’ Paşê ji bavê min re dibêşin: ‘Hevzayend e.’ Her wiha, malbata min bi vê awayê bi nasnameya min ya zayendî hesiya û ev pêvajoya min ya aktîvîzmê û xwenasînê bi hev re geş bûn û bandorek kûr û girîng li hev kirin. 

Em di gelek çalakiyan de dibinîn ku ala Keskesor ji aliyê dewlet û hikûmetê, weke alek qedexe tê dîtin. Her wiha, li ser qedexekirina ala Keskesor tu êrîşên li dijî LGBTÎ+yan çawa dinirxînî?

Zanav Xweşnav: Wexta ku cara yekem qedexeya li ser ala Keskesor dest pê kir, ez zêde wisa trawmatîze nebûm. Ji ber ku ez kurd im û min ev qedexe yên li ser rengan berê dîtibû, wek kesk û sor û zer an jî li ser ala partiyê. Dewlet, dijminê hebûna kesên ne jixwe ye. Her wiha, dijminê rengên ku ne jiwan in jî. Ji ber vê yekê dema ku min bihîst ku ala Keskesor qedexe bûye, yek tiştek hat hişê min û min got, ‘Em ê li ber xwe bidin.’ Wexta ku kesk, sor û zer jî qedexe bû ez zarok bûm û vê hînbûm. Lê dibe ku ev ji ew kesên LGBTÎ+yên tirk re bibe wek trawmayek. Ez wek kurdek LGBTÎ+ li van polîtîkayên rêveberiyê yên AKP-MHPê şaş namînim, lê ez hêrs dibim. Ez ji zaroktiya xwe de li dewleta tirk, rêveberiya wan û polîtîkayên wan ên ku tên û diçin hêrs im. Ev polîtîkayên wan yên li ser mafên LGBTÎ+yan yên niha bû tiştekî ekstra û jixwe wek li ser nasnameya min di berê de jî hebû. Lê heta niha qedexeyek wisa tunebû, ji berk û kesên LGBTÎ+ ‘dengê’ xwe dernedixistin. Mînak, qedexebûna ala kesk û sor û zer jî berî 50 salan tune bû, û dema ku kurdan dengê xwe derxist ev qedexe û hovitî dest pê kir. Em dikarin bibêjin ku niha kesên LGBTÎ+ li ber wan serê xwe û bejna xwe natewînin û li ser vê yekê ev qedexe derket holê… Em ê li ber xwe bidin.

Rozerîn Ekîn: Dema ku desthilat dixwaze tiştek qedexe bike, pêşiya wê sembolên wê tiştê krîmînalîze dike û paşê wan kesan krîmînalîze dike. Mînak, pûşî/xêlî yên kurdan. Ji ber çand, ziman, nasnameya me ev tiştên ku vê rengê me nîşan dikin, tên krîmînîlîze kirin. Her wiha, ew sembola ku tê qedexekirin ne tenê sembol e û wateya xwe jî diguherîne. Ew dibe tiştek cuda û dibe fikrek.

Dixwazin LGBTÎ+yan krîmînalîze bikin û ji ber vê yekê jî weke ala Keskesor dest bi qedexekirina sembolên wan dikin. 

Yildiz Îdîl Şen: Em her tim li ser ev xala ‘trawmatîzebûn’ niqaşan dikin. Me li ser gotin û mijarên, ‘LGBTÎ+ û rêxistina terorê an jî qedexekirina Keskesorê’ jî vê pir niqaş kir. Weke hevalan jî diyar kir, ji ber hebûna nasnameya me ya kurdî em her tim bi qedexeyan re dijîn… Her wiha, ev qedexe û êrîşên li ser nasnameya me ya zayendî jî tiştek nû nîne. Pirsgirêk bi serê xwe tenê ne Keskesor e, û ew jî vê yekê baş dizanin. Dizanin ku em tenê ji Keskesorê jî pêk nayên û hebûna me li ser şeş rengan tenê jî nîne… pirsgirêka bingehîn an jî yekem hebûna me ye. Ev qedexe jî li ser vê yekê tê li dar xistin. Stranên me, ala me ya kesk û sor û zer, çanda me, zimanê me… her tim qedexe ne. Ji ber vê em qedexeyan pir baş nas dikin û rê û rêbazên têkoşînê yên li dijî van qedexeyan jî baş dizanin. Jiyana me ji zaroktiya me de bi vê awayê ye. Ez dixwazim vê yekê jî bînim ziman, ev têkoşîn û rûmet an jî al yên me LGBTÎ+yan tenê nînin û yên me hemû kesên bindest in. Rizgariya me jî bi vê yekê re girêdayî ye.

-Îsal, 19’emîn Meşa Rûmetê ya li Stenbolê di bin êrîşan de hate pîrozkirin. Waliyê Stenbolê, Meşa Rûmetê qedexe kir, lê ev qedexe bi dirûşma ‘Kolan yê me ne’ ve hate şermezarkirin û nenaskirin. Her wiha di binê êrîşên polîsan de 19’emîn Meşa Rûmetê hate li darxistin. We vê pêvajoyê çawa birêvebir û hûn encama vê pêvajoyê çawa dibînin?

Zanav Xweşnav: Ji sala 2015’an heta niha hemû çalakî û protestoyên LGBTÎ+yan tên qedexekirin. Îsal jî ev qedexe bi vê awayê hate holê û weke heman demê bersiva me û çalakiyên me li ser peyva ‘nasnakin’ hate li dar xistin. Gelek tiştên me yên ku nayên ber çavan û hatine qedexekirin jî hene. Di derbarê van tiştan de tu kes agahiyek çênake. Mînak, li gorê biryara waliyê Enqereyê, em nikarin bicivîn û li fîlmek temaşe bikin. Em nikarin wek komek werin ba hev… 

Her wiha, 19’emîn Meşa Rûmetê jî li ser vê yekê hate li dar xisitin û me qedexeyên wan nasnekir. Hebûna me qebûl dikin, lê dixwazin bi van polîtîkayan ve hebûna me li holê rakin. Dizanin ku em hene û bi hezara kes in û vê yekê baş dizanin. Li gorê vê jî dixwazin ku li me zilmê bikin û polîtîkayên xwe jî li ser zilmê amade dikin. Li ser vê yekê di roja 19’emîn Meşa Rûmetê de jî em bi banga xwe derketin kolanan. Me xwe li gorê rewş û êrîşên li ser kolanan amade kir û em bi ser ketin. Wana di her aliyê de êrîşê me kirin û ji bo ku em komnebin û neyên ba hev, her tiştî kirin. Lê em kom bi kom li kolanan civiyan û xwedî li banga ‘Kolan yê me ne’ derketin. Em dikarin bibêjin, hêrs û çalakbûna LGBTÎ+yan polîs û êrîşên wan tewand.

Rozerîn Ekîn: Ez û hinek hevalên xwe, me ti derfet nedît ku em bikevin nav qada meşê û tev li meşê bin. Paşê em çûn HDK’ê û min ji xwe re digot, ‘Her meşa min Meşa Rûmetê ye. Ez her roj dimeşim û jiyana min Meşa Rûmetê ye.’ Lê me heya niha ti demê biryarên wan nas nekir. Her wiha, LGBTÎ+yan di vê meşê de jî wan û biryarên wan nas nekirin. Di aliyek din de jî ev qedexe û êrîş roj bi roj hêrsa me mezin dikin. Qedexekirina Meşa Rûmtê bandorê li 1’ê Tirmehê kir û me di roja 1’ê Tirmehê de ji bo Peymana Stenbolê kolanên Taksîmê zeft kir. 

Yildiz Îdîl Şen: Mijara meşa îsal, li ser kolanan hate li dar xistin û berê meşê hemû niqaşên me li ser vê yekê bûn. Em dikarin diyar bikin ku encam jî li gorê armanca me bû, û em li kolanan bûn. Lê di vir de ez dixwazim balê bikşînim ser mijarek ku bi vê mijarê ve girêdayî ye. 

Ez dixwazim bi awayek aşkere bînim ziman ku di nav tevgera LGBTÎ+yan de fobiyek veşartî ya kurda heye. Dema ku me daxuyaniya çapemeniyê amade dikir, li ser kolanan û wateya kolanan em ketin niqaşan. Me dixwest ku em wek LGBTÎ+yên kurd di daxuyanê de balê bikşînin ser kolanan. Ji ber ku kolan ji bo me ne tenê kolan e. Lewra, wateya kolanan ji bo me laşê dayika Taybet e, laşên ciwanên me yên li pey panzêran hatin kaşkirin e, qirkirin e… her wiha, berxwedan e. Lê piştê van niqaşên me di daxuyaniya çapemeniyê de behsa LGBTÎ+yên kurd û kolanan jî hate kirin. 

Em di meşê de jî li rastî vê fobiya ser kurda hatin. Ji ber vê yekê me bi dengek xurt li dijî vê fobiyê jî dirûşma ‘Kurdistan heye, Lubunya hene!’ anî ziman… 

-Hikûmet bi kirin û pejirandina van êrîşên li ser LGBTÎ+yan ve çi bidest dixe an jî dixwaze çi bidest bixe?

Zanav Xweşnav: Ev yek li ser krîza aborî û siyasî bi rewşa civakê û têkçûna AKP-MHPê ve girîdayî ye. Krîza aborî roj bi roj kûr dibe. Ji ber vê AKP-MHP dixwazin dengê kesên ne ji wan û yên ku wek herî lewaz dibînin bibirin, weke me LGBTÎ+ û jinan. Ew kesên ku dengên xwe didin AKP-MHPê bi kuştina me şa dibin û di rojeva wan de ne mafê me LGBTÎ+yan, ne jî yên jinan hene. Ji ber vê li ser krîza aboriyê dengdêrên AKP-MHPê birçî bûne û AKP-MHP jî, ji bo zikê wan têr bike goştê me dide ber wan. Lê goştê me jî ne ewqasî erzan e. Ez vê yekê wiha dibînim. 

Rozerîn Ekîn: Ev êrîşên li ser me jî bi pêvajo û rewşa hikûmetê ve girêdayî ye. Di her aliyê de çiqas ber bi têkbûnê diçe, ewqasî jî êrîşên xwe li ser tevahiya gel zêde dike. Haya hikûmetê ji neheqbûna wê heye û dizane ku dawiya wê hatiye. Ji ber vê dixwaze xwe biparêze û parastina xwe jî li ser êrîşan li dar dixe… 

Yildiz Îdîl Şen: Ev erîşên niha yên îro tenê nînin. Lê îro van êrîşên xwe bi awayek aşkere dikin. Berê vê pêvajoyê jî desthilatê van êrîşan dikir, lê bi vê awayê aşkere nedikir. Bi hêzên xwe yên paramîlîter an jî çeteyan dida kirin. Em dikarin mînaka Esad Eryaman nîşan bidin. Di sala 2006’an çeteyên ku Esad Eryaman qetil kirin bi desthilata AKP’ê re têkildar bûn. Li gorê pêvajoyê polîtîka û rê û rêbazên êrîşên xwe diguherînin. Lê îro rewşa hikûmetê, weke pişîkek ku di quncikek de asê bûye ye. Ji ber vê difikre ku wê bi êrîşan ve ji wê quncê derkeve û li ser vê jî me jixwe re kiriye hedef…

  • Gotina dawiyê…

Zanav Xweşnav: Ez wek kurdek bîseksuel wexta ku zarok bûm min xwe pir tenê hîs dikir. Ji ber vê ez naxwazim ew zarokên LGBTÎ+ xwe wisa tenê hîs bikin. Hebûna wan hêja û pîroz e, û bila her kes jî vê yekê bizanibe. Em hem ji bo xwe hem ji bo wan li ber xwe didin… Weke ku Serok gotiye, ‘Evîn jiyana azad e.’ 

Rozerîn Ekîn: Ji destpêka pandemiyê heta niha min tiştek nû ferq kir. Ev jî ew e ku di her derê de kurd, polîtîkayên xwe zêdetir bi kurdî û kurdî ya welatparêz li dar dixin. Êdî di her aliyê de kurd bi zimanê xwe polîtîkayên xwe dimeşînin. Dema ku ez li ser têkoşîn û mafê LGBTÎ+yên kurd dirûşmek kurdî dibîhîzim an jî nivîsek kurdî dibînim pir kêfxeş dibim. Li ser vê ez ji rojnameger, siyasetnamedar, nivîskar û hwd. yên kurd dixwazim ku me jî bêhtir bibînin û bînin ziman. Ji ber ku em jî kurd in. Em piştgirîyek bi kurdî dixwazin.

İlginizi çekebilir