Qeremûs bang li Barzanî kir: Pirsgirêk û aloziyên li gel PKK’ê bi rêya diyalogê çareser bikin

Hevserokê Kongreya Netewî ya Kurdistanê Ehmed Qeremûs, balkişand ser xeteriya şerê Kurd bi Kurd û diyarkir yek fîşek bi teqe, dibe bibe sedema şerek mezin a navxweyî û pêre destkeftên Kurdan tev ji dest herin.

Qeremûs da zanîn gotin û kiryarên PDK’ê û Mesûd Barzanî li cem gelê Kurd nîşanên pirsê daye çêkirin û got: “Li aliyek dibêjin wan şerê birakujî heram kiriye, li aliyê din jî zemîn ji bo şer xweş dikin.” Her wiha Qeremûs ev daxwaz ji Barzanî kir: “Dest ji serhişkatiyê berde, zemîna çareseriyê pêkbîne.”

Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremûs di derbarê hewildanên ji bo pêşîlêgirtina şerê Kurd bi Kurd ji Rojnews’ê re axivî û got; “Di dema derbasbûyî de me gelek hewildan kirin, li gel aliyan rûniştin, kesên niştimanperwer hatin erkdarkirin daku rêya giftûgoyê vekin û pêşî li aloziya navbera aliyan bigrin. Lê mixabin heta niha em ne gihiştine encamek wisan baş ku em jê piştrast bibin wê şerê navxweyî di nava aliyên Kurdî de rû nede.”

Qeremûs ev hişyarî kir; “Yek fîşek di nava aliyan de were teqandin, dibe ku bibe sedema derketina şerek navxweyî yê Kurd bi Kurd û karesatek mezin li pey xwe de bîne. Em ji vê yekê gelek ditirsin, şerê navxwe di vê demê de wê bibe sedema ji destdana destkeftên gelê Kurd.”

Di dewamê de Hevserokê KNK’ê got ku helwesta Kek Mesûd Barzanî ya di derbarê rewşa vê dawiyê ku soza wê şerê navxwe pêkneyê dabû, cihê rêzê ye. Qeremûs wiha domand: “Ger xwedî helwestek bi vî awayiye, em ê piştgiriyek tam bidinê. Lê tevî ku Kek Mesûd xwedî helwestek wisane, hêzên pêşmergeyên PDK’ê ber bi qadên gerîla ve sevqiyata xwe di domînin. Gelo em vê yekê çawan fambikin?”

Qeremûs da zanîn Mesûd Barzanî li aliyek dibêje wan şerê Kurd bi Kurd heram kiriye û rê bi dubarebûna wê nade, li  aliyê din jî PDK zemîn ji bo şerê navxwe xweş dike. Qeremûs got, ev her du tişt li cem gelê Kurd nîşanên pirsê daye çêkirin.

Têkildarî liv û tevgera hêzên PDK’ê ber bi qadên gerîla ve jî Hevserokê KNK’ê wiha axivî: “Di demekî de ku serokê herêmê û serokê hikûmetê peyamên cûda didin û dibêjin divê gerîlayên PKK’ê ji Herêma Kurdistanê derkevin, şandina hêza pêşmerge ber bi deverên gerîla lê ne, qet nîşaneyek ya wê ya baş nine. Belku dorpêçkirina deverên ku gerîlayên PKK’ê lê ne ye ku li dijî artêşa Tirk şer dikin.”

Hevserokê KNK’ê Qeremûs, diyarkir ku wan di nava du salên borî de çar pênc caran bi rêyên cûda daxwaza hevdîtinê ji Mesûd Barzanî, Nêçîr û Mesrûr Barzanî kirine, lê heta niha ev daxwaza wan bê bersiv maye.

Di dawiyê de jî Hevserokê Kongreya Netewî ya Kurd Ehmed Qeremûs ev bang li Mesûd Barzanî û PDK’ê kir; “Pirsgirêk û aloziyên li gel PKK’ê bi rêya diyalogê çareser bikin, ne bi şer û bi karanîna çekê. Ji bona wê daxwaz dikîn dest ji vê serhişkatiyê berdin. Zemîn ji bo diyalog û çareseriya pirsgirêkan xweş bikin.”

/rojnews/

İlginizi çekebilir